Ji 23.10.2024an ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bûne şahidê pêleke nû ya şer û pevçûnan, ku di wê demê de dewleta Tirk a dagirker binesaziyên ku ji berê ve yên ku di encama dorpêçkirina li ser şêniyên herêmê û di encama şerê demdirêj di Sûriyê de nebaş in dike armanc.
Tirkiye 1031 êrîş pêk anî û di encamê de 17 şehîd û 65 birîndar ketin. Di van êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin, di nav wan de zarok û jin, di encama armanckirina rasterast a xalên bijîşkî, nanpêjxane, depoyên genim, û santralên hilberîna elektrîkê, û kargeha penêr û şîraniyê, kargeha çêkirina xwarinên ajelan, û hin cihên hilberîna petrolê.
Ev êrîşên nerewa yên ku niştecihên herêmê û binesaziya herêmê dikin armanc, li gel berdewamiya qutkirina avê, herêmê ber bi rewşeke pir metirsîdar a jîngehê ve dikişîne û piştrast dike ku rêbazên ku ji hêla dewleta Tirk û artêşa wê ve tên bikaranîn armaca wan wêrankirin û tinekirine, ku bandorên vê siyaseta sîstematîk di bêparkirina gelên herêmê ji çavkaniyên xwe yên xwezayî, weke qutkirina avê ya bi aznebûn û ji berê de ji bo heyama zêdeyî deh salan, ku dibe sedema veguhertina herêma Mezopotamya ku ber bi çol bûna ziwa û kêbûna av û xwarin kêm ve diçe, piştî ku ew cihê dewlemendiya çandiniyê bû .
Tiştê ku em îro dibin şahidê êrîşên dubare yên li ser dezgehên neftê, piştrast dike ku herêm şahidê gemarîbûna domdar û bandorek wêranker a demdirêj li ser jîngehê ye, û metirsiyên ku di encamê de bandorê li cihêrengiya jîngehê dikin û jîngehê têk dibin, cureyên cûrbecûr çekên kujer dikarin derbasî avê bibin û metirsiyek li ser tenduristî û çandiniyê çêdike, di heman demê de di jwariyek eşkere li hember serweriya yasaya hawirdorê ya navneteweyî û mafên mirovan dike.
Em wek Komeleya “keziyên Kesk” a jîngehî rêbaza qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî pêkhate û xwezaya herêmê dimeşîne şermezar dikin û bangî hemû tevger û çalakvanên jîgehî, hêzên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan dikin ku dengê xwe ji bo şermezar kirina van sûcên ku li dijî mirovahî û xwezayê tên kirin bilin bikin.
Komeleya keziyên kesk a jîngehî