You are currently viewing Bi boneya Roja Cîhanî ya xwebexşan daxuyaniyek ji raya giştî re

Bi boneya Roja Cîhanî ya xwebexşan daxuyaniyek ji raya giştî re

  • Post category:Daxoyanî
  • Post comments:0 Comments

 

Roja Cîhanî ya xwebexşan her sal di 5ê Kanûnê de tê lidarxistin. Ew derfetek e ku mirov pîroz bike û spasiya mirovên li çar aliyê cîhanê bike ku dem û hewildanên xwe yên hêja terxan dikin ji bo kar û barê xwebexşiyê.

Em di Komeleya keziyên kesk ya Jîngehî de ,vê rijê wekî derfet dibînin ku dest xweşî û sipasiyê xwe ji hemî xwebexşan re ragihînin û bi teybet ew kesên bune beşek ji kar û xebatên me yên jîngehî yên ku hewil didin û beşdar dibin li gel hevkarên xwe yên navnetewî yên ku ji bo rizgarkirina gerstêrka me ji karesata neçarî ya ku ji ber guherîna av hewa ya ku di encama çalakiya mirovan de pêk tê , têdikoşin. .
Her çend mezinahiya kêşeyê îro ji ber krîza av hewa derdikevin bare me tevan giran kiriye lê hewildan û keda xwebexşên jîngehê hêviya rizgarkirina gerstêrka me dimîne.
xwebexşên ciwan di qada çalakiya avhewayê de beşdarî têkoşînê dibin û zextê li hikûmet, karsaz û setmedaran dikin da ku biryarên pêwîst bistînin û dawî li rewşa awarte a ku geristêrka me diî bînin.
Îsal, Neteweyên Yekbûyî Roja xwebexşan a Navneteweyî bibîr tîne – di bin dirûşma “Eger her kes bike …” – bîranînek girîngiya çalakiya kolektîf, hevkarî û çareseriyên bi pêşengiya gel ji bo pirsgirêkên gerdûnî, wekî xizanî, newekhevî, pevçûn, krîza avhewa yê., nepeyîdakirina xwarinê û h w d .
Li her civata li ser gerstêrkê, xwebexş tevdigerin da ku piştgiriyê bidin mirovên herî qels, rewşên awarte yên mirovahî yên din.
xwebexşên ciwan tevlî têkoşîna û çalakiyên avhewayê dibin, zextê li hikûmet, karsaz û siyasetmedaran dikin ku ji bo bidawîkirina rewşa awarte ya gerstêrkê tevbigerin.

Tevlî karê xwebexşiyê bibin
Civaka me îro di encama şer û pevçûnên diwazde salan de li Sûriyê û sedsaliya siyasetên qirkirinê li Kurdistanê êş û azaran dikişîne.Ji ber vê yekê em wek Komeleya keziyên kesk ya Jîngehî her kesî vedixwênin nava karê xwebexişiyê ku xizmeta xwebexşî ji bo piştgiriya aştî ,wekhevî û geşepêdana jîngehîye.
.bi baweriya ku xebata xwebexşî dikare lez û xwezaya pêşkeftinê biguhezîne, û bi ramana ku her kes dikare dem û enerjiya xwe ji aştî ,pêşkeftin û geşepêdanê re bi kar bîne.

5-12-2023

وەڵامێک بنووسە