Piştî avakirina komîteyên Ekolojiyê li dibistanên bajarê Amudê û perwerdekirina rêveber û berpirsan di çarçoveya lihevkirina di navbera Komeleya keziyên Kesik a Jîngehparêz û desteya Perwerdehiyê ya kantona Cizîrê de,
Komîteya Jîngehê ya Dibistana navîn a Um El-Rebîa ya navçeya Amûdê dest bi xebatên xwe kir,
Di xebatan de ev yek pêk hatin.
* Li ser têgeha dibistana jîngehî semîner hat dayin.
Girîngiya parastina jîngehê û hevsengiya ekolojîk, ji ber ku ew berpirsiyariyeke kolektîf e ku dikeve ser milê her kesî.
* Rîskên ku ji guherîna avhewayê, xirabûna jîngehê û windabûna şînkahiyan derdikevin.
* Dawiya semînerê, gelek xwendekar û mamoste beşdarî çandina tovên daran û nivîsandina broşurên parastina jîngehê bûn.