You are currently viewing LI BAJARÊ TIRBESPIYÊ KOMELEYA KEZIYÊN KESK DAR LI DIBISTANAN BELAV KIR

LI BAJARÊ TIRBESPIYÊ KOMELEYA KEZIYÊN KESK DAR LI DIBISTANAN BELAV KIR

Komela keziyên kesk ya jîngehî di 22ê Sibatê de di çarçoveya projeya / Dibistana Jîngehî – Civaka Jîngehî / û ji bo bîranîna şehîd hunermend Mensûr Kerîmiyan (PIRO SINE) şitlên daran li dibistanên bajarê Terbespiyê û gundên wê belav kirin. berî 2 salan ji îro tovê van şitlan hatin çandin û ji wê demê heta niha têne xwedîkirin û avdan.Bi alîkariya di navbera karkerên zeviyê Odê û komeleya keziyên kesk de .
ev meştelgih yek ji deh meştelgehên ku bi hevkariya saziyên sivîl û fermî hatine avakirin . ev meştelgeh di encama êrîşên esmanî yên dewleta Tirk di 22-12-2023`an de, beşek ji vê meştelgihê zirar dîtiye û beşek hatiye wêrankirin, di destpêka îsal de bi hevkariya Rêveberiya Perwerdeyê li herêma Cezîrê, Rêveberiya dibistana li Terbespiyê û Komeleya keziyên Kesk a jîngehî, komîteyên jîngehparêzî li dibistanan hatin avakirin û atolyeyên perwerdeyê jî ji bo bikêrhatin û aktîfkirina van komîteyan hatin xebitandin.

وەڵامێک بنووسە