You are currently viewing Bi vexwendineke fermî, Komeleya keziyên Kesk a jîngehî beşdarî yekemîn roja çanda kurdî li parêzgeha Lyon a Fransa bû.

Bi vexwendineke fermî, Komeleya keziyên Kesk a jîngehî beşdarî yekemîn roja çanda kurdî li parêzgeha Lyon a Fransa bû.

Bi amadebûna Cîgira Delegeya Çandê ya bajarê Lyonê Nathalie Perrin-Gilbert, Serokê Enstîtuya Kurdî li Parîsê Kendal Nazan û kesayetiyên civaka Kurd û berpirsên bijarte û parlementerên bajarê Lyonê, duh li avahiya Şaredariya Lyonê, yekemîn roja çanda kurdî hate lidarxistin.

Foruma ku bi beşdariya 100 kes ji qada çandî ,hinerî , siyasî, civaka Kurd û dostên gelê Kurd dest pê kir û di roja xwe a yekem de mijarên huner, erdnîgarî/aborî, jîngeh, nasnameya,çandî û perwerdehiyê hatin guftugo kirin. …
Her wiha, Berpirsa Têkiliyên Komeleya Jîngehparêzî ya keziyên kesk Gulîstan Sîdo jî di derbarê rastiya jîngehparêzî ya li Rojava, xebatên komeleyê, armancên wê, pêşketina xebatên jîngehî , bername û plansaziyên pêşerojê de, bi berfirehî pêşkêşî kir.
Sîdo her wiha bal kişand ser şert û mercên zehmet ên ku herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibin, piştî êrîşên dubare yên balafirên Tirk û hedefgirtina binesaziyên û pêdiviyên jiyanî bê çawa van êrîşan bandor li ser çalakiya hêzên sivîl û xizmetên saziyên xwerêveberiyê dikin.

وەڵامێک بنووسە