You are currently viewing Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Rojavayê Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Rojavayê Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

  • Post category:Daxoyanî
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Rojavayê Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rojhilatê Dêrika Hemko heta herêmên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrînê li Şehbayê di roja pêncemîn de berdewam dike. Di van êrîşên ku binesaziyê û saziyên xizmetê armanc digre, çekên curbecur yên ku NATO jê re pêşkêşî dike, bikar tîneenglish. Ji ber bomberdûmana hovane ya hewayî û bejahî ya artêşa Tirk a dagirker li ser qadên sivîl, bingihê jiyanî û binesaziya herêmê hedef digire, ku stasyonên elektrîkê, embarên genim, nexweşxane û dibistanan kirin armanc. Îro 24’ê Mijdarê û di nava aloziyeke metirsîdar de, maşîna qirkirinê ya artêşa Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk li qadên hilberîna petrol û gazê yên li herêmên Dêrik, Tirbesipiyê, Girkê Legê, Rimêlan, bi awayekî sîstematîk armac digire. Tişta ku bû sedema wêraniyeke mezin, derketina agir, û derketina petrol û gazê ji bîr û zeviyan derveyî kontrolê , di demeke ku tîmên agirvemirandinê ji ber top baranê nikarîn xwe bigihînin deverên ku buna armanc ,ji ber berdewamiya bombebaranê . Û di demekê de ku ji tu şopîner û kesên eleqedar nayên veşartin, bandora wêranker a vê bombebaranê li ser jîngeha herêmê û tenduristiya xelkê, ew navçe ku bi giranî ji ber ziwabûnê tûşî rewşa xirab bûye. Herêma kurastî Xerabbûna şînahiya nebatan û qutkirina bi qestî avê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, îro bi vê bomberdûmana navendên petrolê û gazê rûbirûyê felaketeke jîngehê ye ku li derdora milyonek mirovên li derdorê dijîn bandor dike , nemaze ku em berdewamiya destdirêjî û şiyanên lawaz ên desthilatên xwecihî di çaksazîyan de û şiyana qerebûkirina ziyanan piştî salên dorpêçkirinê û şerê dijî terorê. Em wek Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê bi tundî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û em bang li saziyên navneteweyî û saziyên civaka sivîl, bi taybetî jî rêxistinên ku bi mijarên jîngeh, avhewa û cihêrengiya jîngehê re eleqedar in ku dengê xwe bilind bikin û her cure zextan bikin. Tirkiyê neçar bike ku dest ji destdirêjî û hedefgirtina hovane ya li ser binesaziyê û avahiyên jiyanî yên ji bo debara pênc milyon şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne . Ji ber sucên ku ji meve wk sucên şer dixwiyîn ji ber ziyanên hawirdorê û terora dewletê yên ku li ser xakê dike pêwîste aliyên pêwendîdar ji Dewleta Tirk hisab bipirse û kesayetên berpirs derxin pêş edaletê. Her wiha em bang li dewleta Tirk dikin ku rêzê li qanûn û peymanên navneteweyî yên di derbarê parastina jîngeh û cihêrengiya jîngehêre bigire. 24.11.2022]