Ev dimenên ji nava şewata li Bakurê Kurdistanê ye.
Ji ber şewatê bêtirî 15 hezar donim zevî şewitîn.
Bêtirî 500 seriyên pez şewitîn.
Ev yek yên li ber çavan tên dîtin e.
Ji xwe zindiyên xişinde û yên biçûk, jimara wan nayê zanîn.
Beytarên berê xwe dan cihê bûyerê jî ji bo êşa lawirên sax mayîn jî dest bi dermankirinê kirin.
Lê ew jî ji lawirên sax mayî bê hêvî ne.
Beytar dibêje yên mayîn beşek zêde laşê wan şewitîne û ya pêwist serjêkirina wan e.