Bi boneya salvegera damezirandina yekîneyên parastina Jin YPJ , şandeyek ji komeleya keziyê kesk a jîngehî serdana navenda fermandariya QSD kir.
Şandeya keziyên kesk a jîngehî ji Merziys Sine ,Zîn Elî û rêvebirê komelê Zîwer Şêxo pêk hat.
Şande ji aliyê Endama fermandariya giştî ya QSD , Fermandara Giştî a YPJ NEWROZ EHMED hat pêşwazî kirin
Ji aliyê xwe ve şandeya keziyên kesk salvegera damezrandina YPJ pîroz kir û nameyek derbarê qeyrana jîngehî de redestî fermandar Newroz kir .
paşê guftugo derbarê kar û xebatên xwebexşên keziyê kesk de û bi giştî xebatê Jîngehî û bandora şer li ser jîngeha herêmê ,polîtkayên qirkirina xwezayê hatin kirin.
Ji aliyê xw ve fermandar Newroz Ehmed kêfxweşiya xwe bi karên xwebeşên kezyên kesk anî û tekezî li ser giringiya xwedî derketina li xwezayê wekî beşek ji barastina civakê û bi bîr xist ku Hêzên QSD di sîstema xwe de parastina jîngihê mijareke serek digre dest.