You are currently viewing Roja duyemîn, 6ê Kanûnê  Fransa/Lyon

Roja duyemîn, 6ê Kanûnê Fransa/Lyon

  • Post category:nuçe

Danê sibê şandeya Komeleya keziyên Kesk ji aliyê Şaredarê Lyonê birêz Gregory Doucet ve li avahiya şaredariyê hate pêşwazî kirin û ji Rêveberê Saziya Danielle Mitterrand ve xanim Agnès Golifier pêk dihat. Li vir divê were bi bîr xistin ku bajarê Lyon yek ji bajarên yekem e ku piştgirî daye projeya keziyên kesk a jîngehî ye.
Berdevkê Fermî yê Komeleyê Zîwer Şêxo di derbarê pêşdebirina projeya li ser erdê û planên pêşerojê de raporek berfireh pêşkêş kir. Projeya vejandin, nûvekirin û zêdekirina qadên kesk ên ku ji aliyê bajarê Lyonê ve tê destekkirin hate nîqaşkirin û li ser pêwîstiya pêşxistina çanda parastina jîngehê bi taybetî di nava zarokan de li dibistanan hate nîqaş kirine. Nêrînên herdu aliyan hevgirtî û nêzîk bûn. Şaredarê Lyonê di axaftina xwe de balkişand li ser pêwîstiya pêşxistina destpêşxeriyên siyasî û dîplomatîk ji bo piştgiriya gel û aktorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewamiya piştgirîkirina proje û planên pêşerojê yên komeleyê de tekez kir û spasiya hewldanan kir. Ji hemû xwebexş û berpirsên projeyê re destxwşî rêkirin, û bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina parvekirina ezmûnan bi rêya komxebatên hevbeş de .
Civîn piştî xwarina nîvro bi civîneke xebatê bi xanim Hêlîn Dromine, Cîgira Seroka Metropolis a Lyonê berpirsa peywendiyên navneteweyî re hat kirin.