Li ser vexwendina Komîteya Amadekar ji bo yekemîn foruma
endezyarî-teknîkî li bakur-rojhilatê Sûriyê, Komela #keziyênKesk_ a Jîngehparêzî di 28-29 Çile de beşdarî xebatên formê bû, ku bi komek pêşniyarên ku em girîng dibînin bi dawî bû.
Li ser navê hemî xwebexşên Komeleya keziyên Kesk a Jîngehê, em spasiya hemî kesên ku beşdarî serkeftina vê forumê bûne dikin.
=========
-Bi navê komxebatê û hemû beşdarên wê, em siyasetên dewleta Tirk ên guhertina demgorafîk ên li dijî niştecihên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriye û tevahî Sûriyeyê şermezar dikin.
-Em raporekê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî qanûn û peyamên rêxistinkirî ji deste û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî re bişînin.
-Em bang li civata navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin bila dev ji siyaset û binpêkirinên xwe yên qanûnên mafên mirovan ên li herêmên dagirkirî berde.
-Ji ber binpêkirinên wê yên li qanûna navneteweyî ya giştî, urf û peymanên navneteweyî divê dozeke li dijî Tirkiyeyê were vekirin. Em ji Rêvberiya Xweser daxwaz dikin ku dosyayan têkildarî binpêkirinên ku bûne, amade bike.
– Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê nivîsgehên belgekirina milkan û dadgehên têkildarî milkan werin avakirin.
– Ji bo lêvegera planên rêxistinî yên kevn û nûkirina wan divê komîteyên teknîkî werin avakirin.
– Pêşxistina pêdiviyên plansaziya bajarvanî ji bo her herêmekê girîng e.
-Divê plansaziyên rêxistinkirina gund û bajaran werin berfirehkirin û avahiyên bêserûber werin birêxistinkirn.
– Ji bo avahiyên nîv avakirî yên li bajaran, planeke raxistin û amadekirinê were danîn da ku bi kêrî niştecîbûnê bên.
-Komîteyeke teknîkî were avakirin da ku qanûna binpêkirinan a hejamra 5ʹan bişopîne û rewşên nû li qanûnê zêde bike.
-Bi armanca parastina mîrateya herêmê ji helandinê, divê li şaredariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertên teknîkî û sîstemeke ji bo avahiyên heriyê werin danîn. Her wiha civak teşwqî avahiyên herî were kirin.
-Divê beşê topografî di peymangehên endazyarî yên li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were vekirin.
-Divê rola Rêveberiya Xweser û ragihandin di hişyarkirina girse ji bandorên neyinî yên binpêkirinan de were destnîşankirin.
-Divê Rêveberiya Xweser projeyên niştecihbûnê pêk bîne û qanûnên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêka bicihbûnê, bilindbûna kiriya xanî û milkan derxe.
-Ji Odeya Endaziyaran beşek were avakirin. Karê vî beşê ji beşê lêkolînan were veqetandin. Mîsyona vê beşê; li gorî peymanên desteyên şaredariyan û Yekitiya Endazyaran çavdêriya projeyan bike. Her wiha divê rola endazyaran di tunekirina binpêkirinan de were aktîfkirin.
– Bi hemahengiya di navbera meclisên gel û şaredariyan de, rola komînan a li ser binpêkirinan were aktîfkirin. Ev yek hemahengiya bi meclisên têkildarî pirsgirêkan re, rola meclis û komînan a piştevaniya xebatên şaredariyan û serxistina wan nîşan dide.
-Girîng e xebatkdarên şaredariyan li gorî branşan werin perwerdekirin.
– Pêwîst e li ser avakirina sîstemeke bajarvanî ya li gorî felsefeya neteweya demokratîk xebat were kirin û di warê îdarî û sazî ya di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de zemîna pêwîst ji bo wê were afirandin.
-Hevahengiya di navbera şaredarî, zanîngeh û Yekitiya Endezyar û Peymankaran ên li herêman de were zêdekirin. û li ser hemû pirsgirêkên hevbeş di navbera wan de şêwir werin kirin. Heman demê komîteyên hevbeş werin avakirin.
-Têkildarî guhertina demografî ya li Sûriyeyê komîteyeke navneteweyî ya pispor were avakirin û hesab ji berpirsên guhertina demgorafî werin pirsîn. Divê her peymaneke ku dibe sedema koçberî û dagirkirinê were redkirin. Divê vegera bi ewle ya koçberan ya bi grantiya navneteweyî were mîsogerkirin û dagirkerî were bidawîkirin.
-Ji hemû saziyên têkildar (Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandinî, Mûdîriyeta Şûnwaran, Yekitiya Endazyaran, zanîngeh, navendên lêkolînan û saziyên civaka sivîl) komîteyek were avakirin da ku pêşniyarên komxebatê bişopîne û pêk bîne.
-Ev pêşniyar dê wekî belavbûn werin amdekirin û li tevahî şaredarî, nivîsgehên teknîkî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were belavkirin.