You are currently viewing Fransa, 5ê Kanûna Pêşîn, 2022. Serdana fermî ya komeleya KEZIYÊN KESK

Fransa, 5ê Kanûna Pêşîn, 2022. Serdana fermî ya komeleya KEZIYÊN KESK

  • Post category:nuçe

Di çarçoveya projeya (Yasmîn) ya ku ji aliyê saziya Danielle Mitterran ve di sala 2021an de ji bo destekdayîn û piştgirîkirina rêxistinên civaka sivîl, çalakiyên jîngehparêzî , sivîl û pirojeyên jin û demokrasiya xwecihî li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina hevkariyên domdar hatiye destpêkirin. û bi gelê Fransa re pirên dostaniyê werin ava kirin. Komeleya KEZIYÊN KESK vexwendnameyeke fermî ji aliyê saziya Danielle Mitterand hate şandun, wê dê bi gelek şaredarî, rêxistin û kesayetên çalak ên Fransî re hevdîtinên fermî ji bo danasîna projeyê, xurtkirina hevkariyan û pêşkêşkirina piştgiriyê pêk bînin. Ev serdan di çarçoveya şandeke fermî de ku ji Rojavayê Kurdistan û bakur-rojhilatê Sûriyê pêk tê. Ser navê Keziyên_kesk Zîwer Şêxo Berdevkê fermî yê komeleyê û berpirsa peywendiyan Gulistan Sîdo ve beşdar bûn. Serdan dê du hefteyan bidome û di dawiya serdanê de dê merasîmek xelatan li Parîsê were lidarxistin ji bo xebat û hewlên organîzatorên projeyê. 
Roj 1 – Heyet li Parîsê ji aliyê Rêveberê Projeya JASMINES Pierre Bono û Rêveberê berê yê saziya Danielle Mitterrand ve Jérémie Chomette ve hat pêşwazî kirin. Şande li salona sereke ya Şaredarîya 7’an a bajarê Lyonê û bi amadebûna Komeleyên Dostaniya Kurdan ên li Auvergne-Rhône-AlNavenda Mezopotamiya û Kurdistanê û kesayetiyên ji komeleyên ermenî û civaka kurdan ve hate pêşwazî kirin . Hevdîtin bi şaredara taxa 7. Fanny Dubot re pêk hat. Di xwarineke dostane de, rewşa dawî ya herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate nîqaş kirin, piştre jî rewşa dawî ya piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijarên û bandorên bobelatî yên li ser rewşa mirovî hatin nirxandin. Û bi hûrgilî pênasekirina pirojeya keziyan hat dayîn, û di dawiyê de bersiva pirsên beşdaran hatin dayîn.