image-slider-with-thumbnail1.jpeg
image-slider-with-thumbnail2.jpeg
image-slider-with-thumbnail3.jpeg
image-slider-with-thumbnail4.jpeg
image-slider-with-thumbnail5.jpeg
تاع
تا
PlayPause
previous arrow
next arrow
image-slider-with-thumbnail1.jpeg
image-slider-with-thumbnail2.jpeg
image-slider-with-thumbnail3.jpeg
image-slider-with-thumbnail4.jpeg
image-slider-with-thumbnail5.jpeg
تاع
تا
previous arrow
next arrow

KEZÎYÊN KESK

Di van salên dawîyê de û nemaze deh salên derbasbûyî, guhdayîna bi karûbarên jîngehê pir li pêş ketiye. Ev yek di encama guherînên bahewayê ku ji ber gelek sedeman pêk hatiye, derketiye li pêş. Ji van sedeman jî ev in: Kêmbûna rûbera kesk li seranserî cîhanê, pirbûna rêjeya şewatan û di heman demê de jî belavbûna gazên ku ba û xwezayê qirêj dikin, nemaze di bajaran de. Ev hemû jî di encama pirbûna kargehan de ku bê li ziyanên wê yên neyînî li ser xweza û mirovan guhdar bikin, diçin serî.

Vê jî bandoreke neyînî li ser jîngehê û pirbûna zindîwarîyê kir û bi dest xwe re bandor li ser hevsengîya jîngehî û tenduristîya giştî kir. Li gor wê jî rêjeya tûşbûna bi nexweşîyên dilî û sîngê, her wiha rêjeya nexweşîya penceşêrê jî bilind bûye û cîhan li ber wê ye ku nexweşîyin nû derkevin.

Tevaya Sûriyayê û bi taybetî herêma bakur û rojhilatê Sûriyayê parçeyek ji vê êşa jîngehê ye ku bûye derdê tevaya cîhanê, nemaze di van salên dawîyê de. Di encama şerên ku derketin de jîngeha me wêran bûye. Her wiha seba şewata daristanan û daran, birrîna bi hezaran dar, kêmbûna çavkanîyên avê, bikaranîna bêberpirsiyarî ya dahatên petrolê û bi rêbazên klasîk û gelek sedemên din, li herêma Cizîrê jîngeh wêran bûye. Rêjeya tûşbûna bi nexweşîya penceşêrê li herêma Cizîrê, li gor hevrûkirina bi herêmên din ên Sûriyayê re, rêjeya wê gelek bilind û metirsîdar bûye; her wiha dabînkirina rajeguzarîyên bijîşkî jî pir zehmet bûye. Ev rêjeya bilind pir metirsîdar e û berê herêmê ji alîyê jîneghî û tenduristî ve, ber bi rewşeke xirab ve dibe.

Parastina jîneghê û geşepêdana wê

Xebitîna ji bo avakirina danegeh û toreke amarên jîngehî.

Pêkanîna hevkarîya civakî ji bo geşepêdayîna jîngehî.

Postên Dawî

ARMANCÊN KOMELEYA KEZÎYÊN KESK:

  • Kezîyên Kesk dest bi pêngava “Çar Milyon Dar” kir ku armamnca wê çandina çar milyon dar di nava pênc salan de ye.
  • Parastina jîneghê û geşepêdana wê.
  • Pirkirina rûberên kes ku bigihêje %10 ji tevaya rûbera bakur û rojhilatê Sûriyayê.
  • Parastina pergala jîngehî ya durist û pirrengîya biyolojîk.
  • Xebitîna ji bo rawestandina rewşa wêranbûna keşûhewayê ya giştî.
  • Xebitîna ji bo belavkirina çanda jîngehî û geşepêdayîna hînbûna jîngehî.
  • Xebitîna ji bo avakirina danegeh û toreke amarên jîngehî.
  • Pêkanîna hevkarîya civakî ji bo geşepêdayîna jîngehî.
  • Pêkanîna geşepêdayîneke jîngehî ya herdemî li bakur û rojhilatê Sûriyayê.