KEZÎYÊN KESK

Di van salên dawîyê de û nemaze deh salên derbasbûyî, guhdayîna bi karûbarên jîngehê pir li pêş ketiye. Ev yek di encama guherînên bahewayê ku ji ber gelek sedeman pêk hatiye, derketiye li pêş. Ji van sedeman jî ev in: Kêmbûna rûbera kesk li seranserî cîhanê, pirbûna rêjeya şewatan û di heman demê de jî belavbûna gazên ku ba û xwezayê qirêj dikin, nemaze di bajaran de. Ev hemû jî di encama pirbûna kargehan de ku bê li ziyanên wê yên neyînî li ser xweza û mirovan guhdar bikin, diçin serî.

Vê jî bandoreke neyînî li ser jîngehê û pirbûna zindîwarîyê kir û bi dest xwe re bandor li ser hevsengîya jîngehî û tenduristîya giştî kir. Li gor wê jî rêjeya tûşbûna bi nexweşîyên dilî û sîngê, her wiha rêjeya nexweşîya penceşêrê jî bilind bûye û cîhan li ber wê ye ku nexweşîyin nû derkevin.

Tevaya Sûriyayê û bi taybetî herêma bakur û rojhilatê Sûriyayê parçeyek ji vê êşa jîngehê ye ku bûye derdê tevaya cîhanê, nemaze di van salên dawîyê de. Di encama şerên ku derketin de jîngeha me wêran bûye. Her wiha seba şewata daristanan û daran, birrîna bi hezaran dar, kêmbûna çavkanîyên avê, bikaranîna bêberpirsiyarî ya dahatên petrolê û bi rêbazên klasîk û gelek sedemên din, li herêma Cizîrê jîngeh wêran bûye. Rêjeya tûşbûna bi nexweşîya penceşêrê li herêma Cizîrê, li gor hevrûkirina bi herêmên din ên Sûriyayê re, rêjeya wê gelek bilind û metirsîdar bûye; her wiha dabînkirina rajeguzarîyên bijîşkî jî pir zehmet bûye. Ev rêjeya bilind pir metirsîdar e û berê herêmê ji alîyê jîneghî û tenduristî ve, ber bi rewşeke xirab ve dibe.

Lewre jî û ji ber ku em bawer in divê em hewl bidin jîngeheke saxlem û tendurist ava bikin û divê her kes tev li parastina jîngehê û samanên xwezayî bibe, her wiha ji bo avakirina têkilîyeke baş di navbera mirov û xwezayê de ku ne li ser bingeha “Qezencên Pir Li Ser Hesabê Jîngehê” be û ji ber ku pêdivî hebû ku despêşxerîyên ji bo hînkirina li ser metirsîyên ku herêm rastî wan tê, werin destpêkirin; em wek komek çalakvan, xwebexş û akademîsyenên xemxurên jîngeha giştî û dozên wê, me komeleya “Kezîyên Kesk A Jîngehî” damezirand.

KEZÎYÊN KESK:

Kezîyên Kesk komeleyeke geşedankar e û bi karûbarên giştî yên jîngehî û pirsgirêkêm wê ve radibe. Derhukûmetî û derqezencî ye û di hundirê Sûriyayê de û li derveyî wê dixebite. Tê de pispor û akademîsyenên jînegh û çandinîyê, her wiha xwebexş û çalakvanên sivîl ên guh didin mijara jîngehê, cihê xwe digirin. Di cotmeha 2020’an de dest bi xebata xwe kir.

ARMANCÊN KOMELEYA KEZÎYÊN KESK:

  • Kezîyên Kesk dest bi pêngava “Çar Milyon Dar” kir ku armamnca wê çandina çar milyon dar di nava pênc salan de ye.
  • Parastina jîneghê û geşepêdana wê.
  • Pirkirina rûberên kes ku bigihêje %10 ji tevaya rûbera bakur û rojhilatê Sûriyayê.
  • Parastina pergala jîngehî ya durist û pirrengîya biyolojîk.
  • Xebitîna ji bo rawestandina rewşa wêranbûna keşûhewayê ya giştî.
  • Xebitîna ji bo belavkirina çanda jîngehî û geşepêdayîna hînbûna jîngehî.
  • Xebitîna ji bo avakirina danegeh û toreke amarên jîngehî.
  • Pêkanîna hevkarîya civakî ji bo geşepêdayîna jîngehî.
  • Pêkanîna geşepêdayîneke jîngehî ya herdemî li bakur û rojhilatê Sûriyayê.

DEVERÊN ARMANCKIRÎ:

Ji ber ku em di wê bawerîyê de ne ku her karekî ji bo jîngehê li ku derê bê meşandin, bi awayekî erênî dikeve xizmeta jîngehê de û bandorke erênî li rewşa wê dike; me hemû deverên bakur û rojhilatê Sûriyayê û tevaya Sûriyayê daye ber xwe. Ev yek dibistan, zanîngeh, sazîyên kargêrî, darsitan, bistanên pîşesazî, rûberên çandinîyê yên vala û ji darçandinê re guncav in ku tê de mercên çandinîyê peyda ne û parêzgehên xwezayî yên li ber kêmbûna rûberê, bi temamî di nava xwe de digire. Her wiha em hewl didin ku li tevaya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyayê û bi hemahengîya li gel alîyên pêwendîdarê jîngehî, çi yên hukûmetî û çi yên derhikûmetî, bixebitin û hevkarîyê bikin.

MEKANÎZMAYA KAR Û BICIHANÎNÊ:

  • Hilberandina şitil û daran bi rêya tov û qeleman; her yek ji wan di werzê wê yê guncav de.
  • Xwespartina ragihandinê ku mîna navgîneke afirandina çanda jîngehî ya li gel civakê, were dîtin.
  • Pêkanîna helmet û komcivînan der barê nasandina erênîyên jîngeha saxlem û pêdivîya xebitîna ji bo parastina wê.
  • Xwegihandina alîyên hikûmetî yên herêmî, navdewletî û xwecihî û rêxistin û komeleyên jîngehî bi armanca bidestxistina destekdayîn û piştevanîyê ji wan. Her wiha pêkanîna têkilîyên hevaltîyê, pêkanîna girêbestan û pabendîbûna bi peymanên ku dikevin xizmeta doza jîneghê ya cîhanî de.

BANG Û PIŞTEVANÎ:

Em bang li hemû hikûmet, komele û rêxistinên civaka sivîl ên xwecihî, herêmî û navdewletî ku guh didin karûbarên jîngehê dikin, her wiha bang li hemû welatîyên di nava civaka xwecih de dikin ku destekê bidin projeya “Kezîyên Kesk” çi madî û çi jî manewî be; da ku armancên xwe bibe serî.